​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk gundewarê rojhilatê Babê yê rizgarkirî topbaran kir

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi 70 moşekan gundên Babê hedef girtin. Çeteyan gundên li ser eniyên şer ên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên li rojhilatê gundewarên Babê de topbaran kirin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk gundewarê rojhilatê Babê yê rizgarkirî topbaran kir
28 cotmeh, 2020   14:03
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Endamê Fermandariya Meclisa Babê ya Leşkerî Nadir Meşnoq bi daxuyaniyekê piştrast kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane gundên li eniya şer a di navbera wan û çeteyan de topbaran dikin. Armanca wan jî tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmê ye.

Di vê hefteyê de çeteyên li baregeha Şêx Nasir a dewleta Tirk gundên Kawklî, Korhiyok, Ceblet Seyad, Qurtwêran ên li rojhilatê Babê topbaran kirin. 

Nadir Meşnoq eşkere kir ku di encama topbarana çeteyên girêdayî dewleta Tirk de sivîl birîndar bûn, di nav de jin û zarok. Her wiha Meşnoq da zanîn ku zêdetirî 70 moşek di rojên borî de li wan gundan ketin û gelek zirar bi malên sivîlan bûn.

Meclisê piştrast kir ku şervanên wan li eniyên pêş ên şer in da ku sivîlan ji topên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9lgRFHGcaeA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>