​​​​​​​Nadine Menza: Divê Amerîka îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike

Cîgira Seroka Komseriya Amerîkayê ya azadiyên olî rave kir ku wê projeya Rêveberiya Xweser ecibandiye. Her wiha got ku wan pêşniyarên girêdayî azadiya olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevrûkirina wê bi bûyerên ku li herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji hikumeta Amerîkayê re pêşkêş kirine.

​​​​​​​Nadine Menza: Divê Amerîka îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike
​​​​​​​Nadine Menza: Divê Amerîka îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike
​​​​​​​Nadine Menza: Divê Amerîka îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike
​​​​​​​Nadine Menza: Divê Amerîka îtirafê bi Rêveberiya Xweser bike
28 cotmeh, 2020   13:41
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî serdana avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir.

Cîgira serokê komseriyê Nadine Menza bi Rêveberiya Xweser re civiya û piştre daxuyaniyeke çapemenî da.

Nadine Menza di daxuyaniya xwe de armanca xwe ji serdana herêmê re şîrove kir û rave kir ku wê projeya Rêveberiya Xweser û azadiya olan a li herêmê ecibandî ye.

Nadine Menza wiha domand: “Wek rayedareke serbixwe ez hatim Sûriyê ne weke rayedarek fermî. Ez li vir im da ku piştgiriya gelê Amerîkayê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar bikim. Em desteka nirxên ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike dikin. Mîna azadiya olan, wekhevî û mafên mirovan. Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan pêşniyarên girêdayî parastina azadiya olan li Bakur û Roljhilatê Sûriyê ji hikumeta Amerîkayê re pêşkêş kirin.”

Nadine Menza wiha domand: "Di Hezîranê de me civîneke guhdarîkirinê di Kongreya Amerîkayê de li dar xist. Da ku li ser azadiya olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevrûkirina bi herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine re biaxivin. Li herêmên dagirkirî qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, ferzkirina ol û wêrankirina cihên olî û pîrozî hene. Ji lew re Azadiya Ol û Baweriyan pêşniyar kir ku divê Amerîka fişarê li dewleta Tirk bike ku ji Sûriyê vekişe û civaka navneteweyî nikare li hember sûcên dewleta Tirk û komên îslamî yên girêdayî wê li dijî kêmneteweyên etnîkî û olî bêdeng bimîne."

Der barê pêşniyarên pêşkêşî hikumeta Amerîkayê hatine kirin de Nadine Menza wiha destnîşan kir: "Desteya Azadiya Ol û Baweriyan ji hikumeta Amerîkayê re pêşniyar kir ku danûstandina xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re firehtir bike û bi wê weke hikumeta herêmî ya serbixwe ji pêşeroja Sûriyê re itîraf bike û cezayên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rake."

Nadine Menza wiha bilêv kir: "Me ji hikumeta Amerîkayê daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî lihevkirina siyasî ya li gorî biryara 2254’an be, ji ber cihê mixabiniyê ye ku hikumetek serketî ku çaryeka welat bi rê ve dibe beşdar nebe."

Nadine Menza got ew bi rola ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo nasandina projeya Rêveberiya Xweser dilîze û QSD’ê parastina şêniyên herêmê dike, serbilind e.

Nadine Menza axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Cihê kêfxweşiyê ye ku bi rêveberên Rêveberiya Xweser re rûnin da ku astengiyên li hember wan nîqaş bikim. Her wiha me gelek mijarên girêdayî asatengiyan de nîqaş kirin."

(şx-fr)

ANHA