​​​​​​​Li Minbicê semînerek girêdayî “Dîroka Çerkezan” hate lidarxistin

Komeleya Çerkez bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê û gundewarê wê bi armanca nasnadina dîroka Çerkezan, koçberiya wan ji Qafkasyayê û komkujiyên ku rastê hatine, semînerek bi navnîşan Dîroka Çerkez li dar xist.

​​​​​​​Li Minbicê semînerek girêdayî “Dîroka Çerkezan” hate lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê semînerek girêdayî “Dîroka Çerkezan” hate lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê semînerek girêdayî “Dîroka Çerkezan” hate lidarxistin
​​​​​​​Li Minbicê semînerek girêdayî “Dîroka Çerkezan” hate lidarxistin
28 cotmeh, 2020   14:16
 MINBIC

Di semînerê de sê mijarên sereke; Çerkez kî ne, dîrak û koçberiya Çerkezan û Çerkez li bajarê Minbicê hatin şîrovekirin.

Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, Meclisa Jinan, Mala Jinan, Saziyên Çandî û kesayetên serbixwe ji tevahiya pêkhateyan tev li semînerê bûn. Semîner li pirtûkxaneya Mihemed Menle Xezîl li dar ket.

Endamê rêveber ê komeleya Çerkezan, Samêr El-Hebaqe, axivî û behsa dîroka Çerkezan, koçberiya wan û komkujiyên ku rastî wan hatine kir.

Piştre hevseroka Komîteya Têkiliyên Civakî ya Minbicê û gundewarê wê Zehîde Ishaq axivî û behsa rola jinan a di civaka Çerkezan de û rêzdariya ku jê re tê girtin, girîngiya rola Rêveberiya Xweser a Minbicê di pêşkêşkirina alîkariyê de ji bo avakirina komeleyekê ku pêkhateya Çerkez komî hev dike li gel pergala hevbeşî û projeya neteweya demokratîk a li herêmê, kir.

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaş û pirsan girêdayî urf û adatên Çerkezan hate vekirin.

(şx)

ANHA