Komseriya Azadiya Olan bi hevserokatiya Rêveberiya Xweser re dicive

Îro Komseriya Azadiya Olan a Navneteweyî  ya DYA’yê serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê kir.

Komseriya Azadiya Olan bi hevserokatiya Rêveberiya Xweser re dicive
Komseriya Azadiya Olan bi hevserokatiya Rêveberiya Xweser re dicive
Komseriya Azadiya Olan bi hevserokatiya Rêveberiya Xweser re dicive
28 cotmeh, 2020   09:38
REQA

Şande ji cîgira serokê Komseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville Steve Burger pêk tê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mehbeş, şande pêşwazî kir.

Di van kêliyan de, şande bi hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive.

Tê payîn ku şande civîneke din bi Meclisa Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar bixe û têkildarî armanca şandeyê ji serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re daxuyaniyek bê dayîn.

Berdewamî tê.

(cx)

ANHA