Li Idlibê topbaran

Li herêma Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmên di bin kontrola hev de topbaran kirin.

Li Idlibê topbaran
28 cotmeh, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumetê bajarok û gundên çiyayê El-Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan hedef girtin. Çeteyên dewleta Tirk cihên hêzên hikumetê di nav eniyên şer li gundewarên başûrê Idlibê de topbaran kir. Tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR'ê duh ragihandibû ku hêzên hikumetê bajarê Erîha, El-Barê, Bilyon û Kefer Iwêd li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, her wiha çeteyan cihên hêzên hikumetê li zêdetirî 40 deverên li Heleb, Heme, Idlib û Laziqiyê bi moşek û topan hedef girt.

SOHR'ê eşkere kir ku di topbarana duh de 15 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Di topbarana hêzên hikumetê li dijî eniyê bajarê Seraqib de çeteyek hat kuştin.