Şehîd Bêrîtan li Til Hemîsê hate bibîranîn

Li navçeya Til Hemîsê şehîd Bêrîtan di civînekî de hate bibîranîn.

Şehîd Bêrîtan li Til Hemîsê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Hemîsê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Hemîsê hate bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Hemîsê hate bibîranîn
26 cotmeh, 2020   15:35
QAMIŞLO

 

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê bi boneya salvegera 28'an a çalakiya fedayî ya têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) civîneke bi beşdarbûna bi dehan jinan li navenda Çand û Hunerê li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.  Endamên rêveber ên Kongreya Star li ser kutejiyana têkoşer Bêrîtan axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Bêrîtan teslîmiyeta ji dijmin re nepejirand û bi çalakiya xwe rastiya jinên berxwedêr yên ku sertewandinê red kirin derxist hol.

Her wiha hate destnîşanirin ku şehîd Bêrîtan îsbat kir ku jin dikarin ji bo azadiya gelê xwe mucîzeyan biafirînin şehîd Bêrîtan û bû sembola jina azad û ku îxanetê red dike.

Civîn bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jina azad bi dawî bû.

ANHA