Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi dehan şêniyên bajarokê Curniyê yê Tebqayê bi xwepêşandaneke girseyî êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
26 cotmeh, 2020   13:44
TEBQA

Xwepêşandan ji pêş Navenda Curniyê ya Çandê ya li rojhilat ber bi Meclisa Sivîl a li naverasta bajarokê ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de şêniyan diruşmên hilweşîna dewleta Tirk a dagirker û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî berz dan.

Xwepêşandêran alên QSD’ê û wêneyên şehîdan hildan û soza berdewama berxwedan û bilindkirina têkoşînê heta bidawîkirina dagirkerî û sûcên wê, da.

Xwepêşandêran li pêş Meclisa Sivîl a Curniyê deqeyeke rêz girt, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Curniyê Ibtîsam Îbrahîm û hevseroka Meclisa Sivîl a Curniyê Yehya Şiblî axivîn û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelên herêmê hilgirt ser civaka navneteweyî.

Di axaftinan de soza şopandina rêça şehîdan a parastina destkeftiyan, bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina dagirkeriyê hate dayîn.

(fr)

ANHA