Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir û piştî artêşê girt ser herêmên cuda yên Difa El-Xerbiyê, şer derket.

Artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî qetil kir
25 cotmeh, 2020   10:59
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku leşkerên Îsraîlê êrişî ciwanê bi navê Amir Ebdulrehîm Senbûr (18) ê ji gundê Yetma yê nêzî Nablisê kir û di saetên derengiya şevê de hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî bi bîr xist ku dema ciwanê filistînî li gundê Termsiya yê nêzî Ramallahê di erebeya xwe de bû, birîndar bû. Wezaretê da zanîn ku cenaze serê sibê gihaşt navendê, nîşaneyên derbeyên giran lê hebûn.

Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê li ser zimanê gerînendeyê Navenda Tibî ya Filistînê Ehmed El-Beytawî ragihand ku li gorî tîmên Heyva Sor, dema ciwanê filistînî di erebeya xwe de bûye, leşkerên Îsraîlê ew şopandiye û bi paşiya tivingan lê xistiye, ne ku bi guleyan ew şehîd xistine.

Komên Filistînê bi daxuyaniyên cuda înfazkirina welatiyê ciwan şermezar kir.

(eh)