Dagirkeran li Efrînê dîsa sivîlek revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Şitka yê Mabata ya Efrînê kesek revand. Çarenûsa kesê revandî nayê zanîn.

Dagirkeran li Efrînê dîsa sivîlek revand
25 cotmeh, 2020   09:49
EFRÎN

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, bê navber sûcên revandin, tacîz û tecawizê berdewam dikin.

Çavkaniyên herêmî yên ji Efrînê ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Şitka yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Kanîwar Kemal Reşîd (27) revandiye. Hate zanîn ku Reşîd zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Çarenûsa Kanîwar Kemal Reşîd ê revandî heta niha nayê zanîn.

ANHA