Tirkiye Sekretêrê Giştî yê NATO`yê derewand

Sekretêrê Giştî yê NATO`yê ragihand ku Athena û Enqereyê der barê betalkirina tetbîqatên leşkerî de li hev kirine û piştî wê bi çend saetan Tirkiye ragihand ku ew ê careke din li rojhilatê deryaya Spî dest bi tetbîqatan bike.

Tirkiye Sekretêrê Giştî yê NATO`yê derewand
24 cotmeh, 2020   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê, Sekretêrê Giştî yê NATO`yê ragihand ku roja înê Yewnanistanê û Tirkiye der barê betalkirina tedbîqatên ku dihat payîn 28 û 29 meha derbasbûyî baye, li hev kirin, bi çend saetan Tirkiye daxuyand ku ew ê li rojhilatê Deryaya Spî 27 û 28 mehê dest bi tetbîqadan bike.

Sekretêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg piştî ku beşdarî civîneke wezîrên parastina NATO`yê bû,  ji rojnemevanan re diyar kir ku Yewnanistanê û Tirkiye têkildarî betalkirina tedbîqadan dihat payîn hefteya bê baya li hev kirin.

(eh)