Greek City Times: Planên Tirkiyê yên şandina çeteyên Sûriyê ber bi sînorêYewnanistanê ve hene

Rojnameyeke Yewnansitanê ragihand ku niyeta Erdogan heye ku ciwanên Sûriyê bi çek bike da ku wekî çeteyan wan bişîne sînorên bi Yewnansitanê re.

Greek City Times: Planên Tirkiyê yên şandina çeteyên Sûriyê ber bi sînorêYewnanistanê ve hene
24 cotmeh, 2020   13:15
NAVENDAN NÛÇEYAN

Rojnameya “Greek City Times” a Yewnanistanê ragihand ku rojnamevanê Ermenî yê esil Sûrî Abraham Kasbarian li gorî dan û standinên veşartî yên di navbera “terorîstên” li Idlibê, eşkere kir ku dewleta Tirk niha çeteyên ji Sûriyê ji bo şandina wan ji sînorên Yewnanistanê re amade dike.

Nûçegihanê kenala “Erem News” ya Ermenistanê ragihand ku çeteyên li Idlibê behsa wê yekê dikin ku şerê di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de “pêkan e” û niha bi hezaran çeteyên Sûriyê amade ne ku bicin sînorên bejahî bi Yewnanistanê re.

Li gorî agahiyan, planên Erdogan hene ku çeteyan ji bo ihtîmala şerê bi Yewnanistanê re bişîne herêmê.

(cx)