Malbatên Şehîdan ên Firatê jî li hemberî daxwaza ENKS`ê nerazîbûn nîşan dan

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê têkildarî daxwaza ENKS`ê ya rakirina metiryalên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Malbatên Şehîdan ên Firatê jî li hemberî daxwaza ENKS`ê nerazîbûn nîşan dan
24 cotmeh, 2020   11:46
KOBANÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rohanî Heco daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku yekitiya gelê kurd bi xwîna şehîdan pêk hatiye û wiha hate gotin: “Li herêma Firatê 5 gorisatanên şehîdan hene. Em wekî gelê Bakûrê Suriyê xwedî 12 hezar şehîd û 23 hezar birîndar in. Keç û xortên me ji bo mayîndekirin û parastina vê şoreşê, xwe feda kirin, hinekan jî parçeyekî canê xwe dan."

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber vê yekê ew wekî malbatên şehîdan ji ENKS`ê re dibêjin ku heger gorên zarokên wan di goristanên şehîdan de hebûn, wê demê mafê wan heye ku daxwaza qedexekirina zimanê kurdî û sîstema hevseroketiyê bikin û wiha hate gotin: “Em dibînin ku tu feriq di navbera xwesteka ENKS`ê , dewleta Tirk û rejima Basê de tune ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dayikên şehîdan dibêjin ku xewna me ya bi salan bû ku zarokên me alfebeya Kurdî bixwînin, dengê sirûda “ey reqîb” her sibeha bê û ala kurdan li asîman bilind bibe.Heke berdêlên van li cem ENKS`ê hebe, bila kerem bikin derxînin holê.”

ANHA