Piştî hewldana wan têk çû, vê carê hêzên dagirker gundan topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku hewl dan derbasî gundê Xalidiyê bibin û hewldana wan têk çûn, vê carê gundên Eyn Îsayê topbaran dikin.

Piştî hewldana wan têk çû, vê carê hêzên dagirker gundan topbaran dikin
24 cotmeh, 2020   11:02
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi erebeyekê hewl dan derbasî gundê Xalidiyê yê li ser rêya M4 a rojavayê Eyn Îsayê bibin. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana wan têk birin û erebe rûxandin.

Piştî têkbirina hewldana wan, vê carê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên rojavayî Eyn Îsayê di heman demê de li ser rêya M4 in, topbaran dike.

/kr/haber/li-rojavay-eyn-say-erebeyeke-hzn-dagirker-hate-rxandin-h37910.html

ANHA