Hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî çiyayê Zawiyê berdewam dike

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê topbaran dike. Çeteyên dewleta Tirk jî hêzên hikumetê yên li gundewarên rojavayê Helebê dike armanc.

Hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî çiyayê Zawiyê berdewam dike
24 cotmeh, 2020   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SHOR) daxuyand ku hêzên hikumeta Sûriyê careke din bi moşek û topban êrişî gund û bajarokên Kensefra, Sifûhin û derdora Dêr Sinbil û Bênînê yên girêdayî çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê kir.

SOHR`ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê yên li eniya Mîznaz ê li gundewarê rojavayê Helebê kir armanc.

Duh SOHR`ê ragihandibû ku hêzên hikumeta Sûriyê bi zêdetirî 120 topban bajarokê Kensefrayê yê çiyayê Zawiyê kiribû armanc. Di heman demê de çeteyan bi moşekan nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefernubil ên li başûrê Idlibê kiribûn armanc.

(eh)