Şandeyek ji Komara Albanyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke payebilind ji Komara Albanyayê bi serkêşiya balyozê wê Mark Xerîb serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeyek ji Komara Albanyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
22 cotmeh, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyeke fermî ji Komara Albanyayê bi serkêşiya balyozê wê li Lubnan, Sûriyê û Urdinê û şêwirmendê serokwezîrê Albanyayê ya karên Rojhilata Navîn, Kendavê û Afrîkayê Mark Xerîb û şandeya pê re ya ku ji general Glides Nano midûrê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya saziya ewlehiya hundirîn a Albanyayê û efser Andrt Dode serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande li Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê ji hêla hevserok Ebdulkerîm Umer û cîgirê hevserokatiyê Fener Kaît û endamên desteya rêveber ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan nêrînên xwe yên girêdayî warên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî, rewşên kampan û rêbazên hevkariyê ji bo têkoşîna li dijî terorê bi hev re parve kirin.

(şx)

ANHA