Salih Heydo: Dibistan û zanîngehên me berhema şoreşa me ne

Salih Heydo diyar kir ku yên ku zimanê kurdî red dikin, piştgiriya daxwazên dijminên gelê Kurd dikin. Her wiha Heydo piştrast kir ku dev ji zimanê xwe bernadin û dibistan û zanîngehên xwe nagirin.

Salih Heydo: Dibistan û zanîngehên me berhema şoreşa me ne
22 cotmeh, 2020   11:18
QAMIŞLO

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl beşdarî bernameya Bûyer a Ronahî TV’yê bû û diyar kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di dan û standinên bi Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Sûriyê (PYNK) re daxwaza rawestandina pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegerandina materyalên hikumeta Şamê kir.

Wêjevan û lêkolîner Salih Heydo diyar kir ku ziman bingeha hebûna gelan e û gelê bê ziman, bê nasname ye. Salih Heydo axaftinê xwe wiha domand: “Ji beriya 10 salan ve şoreşa Rojava berdewam e. Ev şoreş, şoreşa ziman û çandê ye, şoreşa civakî ye, şoreşa biratiya gelan û rizgariya ji zilm û bindestiyê ye, şoreşa mirovahî û aştiyê ye. Vekirina paymengeh, dibistan û zanîngehên bi zimanê dayikê mîrasa şoreşa Rojava ye.”

'HEKE KURD IN ÇIMA ZIMANÊ KURDÎ RED DIKIN?'

Salih Heydo têkilarî aliyên ku hînbûna bi zimanê dayikê, zimanê kurdî li Rojava red dikin, pirsî û got: “Hûn çi dixwazin? Hûn çima Kurd in? Wê demê çima em şer dikin? Em çima xwe feda dikin? Heke me zimanê xwe red kir, wê demê em Ereb, Fars û Tirk in. Şoreşa me jî tune ye.”

Haydo piştrast kir ku yên zimanê kurdî red dikin, piştgiriya dijminên gelê Kurd dikin.

'EM DEV JI ZIMANÊ XWE BERNADIN Û DIBISTAN Û ZANÎNGEHÊN XWE NAGIRIN'

Heydo di dawiya axaftinê xwe de got: “Helwestên me diyar in, welatparêz û evîndarên zimanê dayikê dev ji destkeftiyên hatine bidestxistin û zimanê xwe bernadin. Em dibistan û zanîngehên xwe nagirin.”

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava tevî hemû şax û beşên xwe pêşniyarênENKS’ê şermezar kirin û destnîşan kir ku destkeftiyên ku li ser asta perwerdeyê hatine bidestxistin, bê hempa ne.

ANHA