Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiyên HDP'ê de girt

Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiyên HDP'ê yên Amedê û navçeya wê Yenîşehîrê de girt.

Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiyên HDP'ê de girt
22 cotmeh, 2020   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hinceta ku "Dokûmanên ne qanûnî lê hene" polîsên Tirk avêt ser avahiyên HDP'ê yên rêxistina bajarê Amedê û rêxistina navçeya Yenîşehîrê. Avahiyên partiyê dorpêçkirî ne û lêgerîna polîsan dewam dike.

Di dema serdegirtinê de her du avahî bi gelek wesayitên zirxî û polîsan hatin dorpêçkirin. Deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Destûr nayê dayîn ku parlamenter û parêzerên HDP'ê bikevin hundirê avahiyê.

Deriyê avahiya navçeya Yenîşehîrê jî bi bendên polîsan hatin girtin. Ji bilî hevserokên navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizici, rêveberên partiyê ji avahiyê hatin derxistin.