ANCA`yê ji DYA’yê xwest ku firotina parçeyên balafiran ji Enqereyê re rawestîne

Komîteya Nîştimanî ya Ermenî-Amerîkî bang li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê kir ku firotina parçeyên balafirên bêpîlot ji Enqereyê re, rawestîne.

ANCA`yê ji DYA’yê xwest ku firotina parçeyên balafiran ji Enqereyê re rawestîne
22 cotmeh, 2020   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Euronewsê, Komîteya Nîştimanî ya Ermenî-Amerîkî (ANCA) nameyek ji Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re şand û bang lê kir ku firotina parçeyên balafirên bêpîlot ên Tirkiyê yên ‘Bayraktar TB2’ rawestîne.

ANCA`yê bangewaziyeke lezgîn şand ji nivîsgeha Wezareta Karên Derve ya DYA’yê re ku ew biryara erêkirin an redkirina daxwazên firotina çekên biyanî dide.

Balafirên Tirkiyê yên bêpîlot ên Bayraktar TB2 ku bi hejmareke mezin li Azerbêcanê hatin belavkirin, di êriş û kuştina sivîlên li Qerebax û Ermenistanê de hatin bikaranîn.

(cx)