Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc

Şervanên Kurd û Ereb ên li eniyên Eyn Îsayê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlan dikin armanc û da zanîn ku ew bersivê didin û dê parastina herêmê bidomînin.

Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc
Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc
Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc
Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc
Şervanên li eniyên Eyn Îsayê: Artêşa Tirk sivîlan dike armanc
22 cotmeh, 2020   07:28
EYN ÎSA

Ji beriya salekê ve artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlên li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dike armanc, di encamê de gelek zarok û jin birîndar bûn û şehîd ketin û ji ber êrişan, şênî neçar man ji malên xwe derkevin.

Di rojên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Eyn Îsa û gundewarên wê kir, lê şervanên Kurd û Ereb bersiva van êrişan da. Têkildarî mijarê şervanekî axivî û got ku ew wek şervanên Kurd û Ereb dê parastina herêmên xwe bikin, li hemberî êrişên dagirkeran bisekinin û di eniyan de li kêleka hev in.

ꞌÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK SIVÎLAN QETIL DIKINꞌ

Şervanê QSD`ê Qehreman Kobanê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlan dikin armanc, gundên Xalidiyê, Xoşan, Seyda û derdora wê her tim topbaran dikin. Qehreman Kobanê da zanîn ku tenê sivîl li van gundên navborî ne, lê artêşa Tirk û çeteyên wê zarokên van gundan dikin armanc û ji ber topbaranê neçar dimînin dev ji malên xwe berdin.

Qehreman Kobanê got ev êrişên dewleta Tirk û çete pêk tînin, derexlaqî û dermirovî ne, bê ser û ber gundan dikin armanc. Qehreman Kobanê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê erebeyên sivîlan ên li ser rêya M4 jî dikin armanc û mal û milkên sivîlan jî wêran û talan dikin.

ꞌEM Ê DEV JI NUQTEYÊN XWE BERNEDINꞌ

Şervanê QSD`ê Mihemed Salih Elî ku ji pêkhateya Ereb e û li eniya Eyn Îsayê cihê xwe digire, got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê peymanan binpê dikin, sivîlan dikin armanc û rojane asta êrişên xwe zêdetir dikin. Topên hewanê û çekên giran bê ser û ber diavêjin sivîlan."

Mihemed Salih Elî di dawiyê de soza parastina sivîlan da û diyar kir ku ew ê dev ji nuqteyên xwe bernedin û ji her tiştî re amade ne.

(eh)

ANHA