Dewleta Tirk îşaret bi destwerdana leşkerî ya li Qerebaxê kir

Dewleta Tirk destnîşan kir ku dê hêzên leşkerî bişîne Qerebaxê. Her wiha Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuad Oktay got welatê wî di şandina hêzên leşkerî li herêma Qerebaxê de heke Azerbêcanê jê xwest dudilî nabe.

Dewleta Tirk îşaret bi destwerdana leşkerî ya li Qerebaxê kir
21 cotmeh, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Oktay diyar kir ku ger Azerbaycanê daxwaza pişevaniya leşkerî kir, welatê wî di şandina hêzên leşkerî de dudilî nabe.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Oktay da zanîn ku Enqere heta niha tu daxwazek li ser mijarê ji aliyê Bakû de wernegirtiye.

Tevî hewldana navneteweyî ya serketina agirbestê ku ligel destwerdana Tirkiyê naçe serî, ji aliyê din ve dewleta Tirk destnîşan dike ku dê destwerdana leşkerî li Qerebaxê bike.

(fr)