Artêşa Tirk a dagirker qada topbarana xwe ya li dijî gundên Girê Spî fireh kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qada topbarana xwe ya li dijî herêmê fireh kir. Vê carê gundên Sufiyan, Xirbet Beqer û Kor Hesen topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker qada topbarana xwe ya li dijî gundên Girê Spî fireh kir
21 cotmeh, 2020   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker gundên rojavayê gundewarê Girê Spî bi dijwarî topbaran dikin. Gundên ku têne hedefgirtin wiha ne: Sufyan, Xirbet Beqer û Kor Hesen. Her wiha nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li wan gundan têne hedefgirtin.

Topbarana vê êvarê ya artêşa Tirk a dagirker gihaşt gundên Selîp, Hûriye, Bîr Ereb û Cirin ê gundewarê rojavayê Girê Spî.

(şx)

ANHA