​​​​​​​Vê carê gundê Cirin ê Girê Spî tê topbarankirin

Gundê Cirin ê gundewarê rojavayê Girê Spî rastî topbarana dijwar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê.

​​​​​​​Vê carê gundê Cirin ê Girê Spî tê topbarankirin
21 cotmeh, 2020   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê, topbarana xwe ya bi çekên giran û moşekan li dijî gundên gundewarê rojavayê Girê Spî didomîne, vê carê gundê Cirin kir hedef. Di encamê de gelek zirar bi malên sivîlan çêbû. Lê tu agahiyên girêdayî windahiyan di encama topbaranê de nehatin bidestxistin.

Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA