Li Til Hemîsê komxebatek ji rûspiyên êlên herêmê re hate lidarxistin

Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Holê bi armanca nirxandina geşedanên leşkerî, siyasî û civakî yên herêmê komxebateke civakî û siyasî ji rûspî û rewşenbîrên navçeya Til Hemîsê re li Navenda Çandî ya navçeyê li dar xist.

Li Til Hemîsê komxebatek ji rûspiyên êlên herêmê re hate lidarxistin
21 cotmeh, 2020   17:56
Qamişlo

Rûspiyên êlên navçeyê, fermandarên Têkiliyên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) yên Meclisa Leşekrî ya Holê, hevserokê desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kanan Berekat, Îvrem Ishaq hevseorkê Kanotna Qamişlo, cîgirê hevserokê kantona Qamişlo Silêman Xelîl û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Elî El-Kaûd di komxebatê de beşdar bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre ji fermandarên Têkiliyên QSD`ê Ehmed El-Daran axivî û got: “Dewleta yekemîn ku bi Îsraîlê îtîraf kir dewleta Tirk bû û balyozxaneya xwe li Îsraîlê vekir. Niha jî durûtiyê li gelên cîhanê dike. “

Daran destnîşan kir ku şoreşa Sûriyê di 2011`an de ji bo guhertina desthilatê, pêkanîna demokratiyê û rêzgirtina ji tevahiya olan û kêmneteweyan dest pê kir û wiha domand: “Lê piştî salekê nexasim piştî mudexeleya dewleta Tirk, Îran, Amerîka û Rûsyayê di Sûriyê de, şoreşa Sûriyê xeta xwe winda kir û veguherî aloziyê.”

Têkildarî leşkerkirina ciwanên Sûriyê weke çeteyan ji hêla Rûsya û dewleta Tirk ve û şandina wan ji Lîbya, Azerbêcan, Ermenistan û Qibrsê Daran got: “Piştî ewqas azar û fedekariyên şehîdan, êdî gelê Sûriyê bi çetebûnê ve hate girêdan, gelo rûspî û rewşenbîrên herêmê ji vê yek li ku derê ne?”

Daran di nava gotinên xwe de da zanîn ku kesayetên girîng li herêmê ciwanan li beramberî 200 dolar Amerîkî ji bo Rûsyayê dikin leşker.

Di komxebatê de hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Efram Îshaq wiha got: "Siyasetên cîhanê li ser binyada rejîma sermaye ya aborî hatine avakirin. Ji bo ku bernameyên pêk bînin, dewletên biçûk û xizan li ser hsabê gelê wan bi kar tînin. Ev dewlet xwedî bernameyên stratejîk in. Serokên wan têne guhertin lê bername li gorî hatiye dayîn bi rêve diçe.”

Îshaq wiha domand: "Îro dewletên mezin derbasî pêvajoyeke nû bû. Ew jî bazarên siyasî û lihevkirin;n li ser dabeşkirina herêmên Sûriyê. Dewleta Tirk ji Idlibê vedikişe û herêmeke herêmên Rêveberiya Xweser dagir dike. Ev yek di bêdengiya dewleta Tirk de dema çeteyên wê ji gundewarê Şamê û herêmên Idlibê hatin derxistin, diyar bû."

Îshaq wiha da zanîn: "Tevahî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser, MSD’ê û tevahî aliyên heyî ji bo piştevanî û xwesteka çareya siyasî û diyaloga sûrî-sûrî li ser xaka Sûriyê ne."

Rûspiyê eşîra Benî Seba û nûnerê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Sada jî wiha axivî: "Desthilatên Tirk ji berê ve, dijminê Kurd, Ermen û Ereban e. Heke me kuştiyên ereban ên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine kuştin jimartin, wê ji yên Kurd û Ermen anzêdetir be. Di dîrokê de wan li Dêrazor, Idlib, Heleb, Iraq, Urdin  komkujî li dijî ereban pêk anîne. Hikumeta dewleta Tirk dijminê me û tevahî pêkhateyên herêmê ye."

Komxebat bi piştrastkirina rûsiyên eşîran a sekna li hemberî şerê taybet, bixistina komployan û têkbirina fîtneyên li dijî herêmê, bi dawî bû.

(şx-fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cd2SNJ4PX1U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>