​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker rojavayê gundewarê Girê Spî topbaran dike

Li gel ku çeteyan gundê Dibis ê li gundewarê Eyn Îsayê topbaran dikin, artêşa Tirk a dagirker gelek gundên gundewarên rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker rojavayê gundewarê Girê Spî topbaran dike
21 cotmeh, 2020   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de, gundên Selîp, Hûriye û Bîr Ereb ên rojavayê gundewarên kantona Girê Spî rastî topbaraneke dijwar ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên.

Topbarana li dijî gundê Dibis ê gundewarê Eyn Îsayê berdewam e.

Li gorî agahiyan, topbarana li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê berdewam e lê tu agahiyên girêdayî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA