Şandeyek tîma Free Burma Ranger serdana kampa Weşûkanî kir

Şandeyek ji tîma Free Burma Ranger bi armanca şopandina rewşa koçberan, serdana kampa Weşûkanî kir. Serokê tîmê got: “Divê em lêborînê ji koçberan bixwazin ji ber ku welatên me dikarîn êrişa dewleta Tirk li dijî herêmên we rawestînin, lê nekirin. Em ê pêşkêşkirina alîkariyê û zextê li welatên xwe bidomînin da ku hûn vegerin warên xwe.”

Şandeyek tîma Free Burma Ranger serdana kampa Weşûkanî kir
21 cotmeh, 2020   14:50
 HESEKÊ

Îro şandeyek ji tîma Free Burma Ranger serdana kampa Weşûkanî kir. Da ku rewşa kampê binirxînin û alîkariya koçberan bikin li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî yên navneteweyî rewşa koçberan.

Şande ji serokê tîmê David Eubank û endamên tîmê yên din pêk hat. Destpêkê endamên tîmê bi Rêveberiya Kampa Weşûkanî re civîn. Di civînê de hevseroka kampê Stêra Reşik girîngirtîn daxwazên koçberan bi bîr xist û got şênî dixwazin vegerin warên xwe piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê derkevin.

Stêra wiha domand: “Koçberên Serêkaniyê bi hatina zivistanê re gelek zehmetiyan dikişînin. Divê konên berê bi yên nû werin guhertin. Divê betanî û pêdiviyên din ji wan re werin pêşkêşkiirn. Divê kehrebe di kampê de peyda bibe. lê derfetên Rêveberiya Xweser sînordar in û nikarin pêdiviyên koçberan peyda bikin.”

Stêra di dawiyê de hêvî kir ku şande azarên koçberan bişopînin û alîkariya wan bikin.

Serokê tîma Free Burma Ranger David Eubank got: Ji bo naskirina rewşa koçberan em niha di nav kampê de ne. Em ê gelek raporan girêdayî rewşa kampê amade bikin û ragihînin cîhanê. Hêviya me ya tekane ew e ku şênî vegerin warên xwe ne ku em alîkariyê xwarinê ji wan re pêşkêş bikin.

David Eubank ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku divê hemû ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din, bixebitin da ku şênî vegerin warên xwe.

David Eubank di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, hîna şirîkên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û dê wisa bin.

Her wiha David Eubank bêdengiya NY`î li hemberî sûcên dewleta Tirk li Serêkaniyê bi şermî wesifan û wiha pê de çû: “Divê em lêborînê ji koçberan bixwazin, ji ber ku welatên me dikarîn êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin, lê nekirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wPtzVOhCAUU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>