"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart

Aldar Xelîl diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê armaca wê ew bû ku herêmê ji komên çeteyan biparêze, adalet û azadiyê misoger bike. Ev jî bi saya şehîdan û birîndarên şer pêk hat.

"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
"Tîrêjên azadiyê" meclisa xwe ya yekemîn hilbijart
21 cotmeh, 2020   14:47
HESEKÊ

Yekitiya Gaziyan a Kantona Hesekê bi dirûşma "Gazî siya parastina welat in" Konferansa Damezrîner a Komeleya Tîrêjên Azadiyê li dar xist.

Konferans li navenda Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya li Hesekê li dar ket. 159 gazî yên li kantonê, bi dehan endamên navend, saziyên sivîl û endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Aldar Xelîl û endamê Meclisa Şehîdan a Kantona Hesekê Mehmûd Cewad axivîn û lidarxistina Konferansa Damezrîner a Tîrêjên Azadiyê Li Tevahiya gelên herêmê pîroz Kirin.

Aldar Xelîl di nava axaftina xwe de ev yek got: "Gazî kaniya hêzê ne û ji demên heyî re dibin bersîv, nexasim di rewşa ku Sûriyê û herêm tê re derbas dibin de. Ji destpêka 2011`an ve heta roja îro Sûriye di kirîzekê re derbas dibe û veguherî şerê cîhanê yê sêyemîn. Di heman demê de herêm hîn jî di nava aloziyê de, çareseriyeke derneketiye holê û aliyên heyî di aloziyê de bi israr in."

Eldar Xelîl diyar kir ku armanca şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîna adalet û parastina herêmê ji komên çeteyan bû û wiha gotina xwe dewam kir: "Bi rastî jî em di parastina herêmê û avakirina sîstemeke demokratîk de bi ser ketin û me li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk ku parastina mafên tevahiya civakê dike, xwe ava kir."

Aldar Xelîl di berdewamiya axatina xwe de destnîşan kir ku tevî berxwedanê şoreşa demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên artêşa Tirk û çeteyê wê hat. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, hewldana berfirehkirina erdnîgariya dagirkeriyê dikin.

Aldar Xelîl diyar kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin bi saya şehîdên ku di rêya parastina herêmê de canê xwe feda kirin, gazî û birîndarên şer û ya sêyem jî berxwedana gelan e. Ji ber vê divê parastina herêmê û gelan were kirin û ji nû ve sîstemeke demokratîk were avakirin.

Endamê Desteya Rêveber a PYD`yê Aldar Xelîl da zanîn ku hêza sereke ya ku parastina herêmê kir, gazî ne û wiha pê de çû: "Ji ber ku parçeyên laşê xwe dane, têkoşîna me berdewam e û erka me hîn bi dawî nebûye, ji ber ve yekê divê em li hemberî dijmin bisekinin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Mehmûd Cewad jî axivî û soza şopandina rêya şehîd û gaziyan da û dê li dijî kesên hewldana têkbirina projeyên demokratîk û biratiya gelan dikin, bisekinin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, ji bo birêvebirina konferans 3 endam ji nava beşdaran hatin hilbijartin. Paşê endamê Fedrasyona Gaziyên Şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê perspektîfên rêber Abdullah Ocalan û pêşniyarên Fedrasyonên Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendin.

Rêziknameya fedrasyonê hate xwendin û tê de hate destnîşankirin ku pêwîstiyên tenduristiyê, başkirina rewşa aborî û avakirina şaxên aborî, rojnemevaniyê, perwerde û têkiliyên bi saziyên derve re hene.

Konferans bi hilbijartina 9 kesan ji bo nûnertiya Meclisa Rêveber a damezrandina tîrêjên azadiyê bi dawî bû. Di dawiyê de sloganên"Bijî berxwedana şehîdan û gaziyên şer" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA