Şandeya Swêdê bi koçberên Efrînê re civiya

Nûnerê Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius bi koçberên Efrînê re ku bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, civiya û got “Em ê balkişandina ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, dewam bikin û li ser mijara vegerandina koçberan kar bikin. Her wiha wiha em ê li rêbazên çareserkirina doza koçberan bi civaka navneteweyî re lêkolîn bikin.”

Şandeya Swêdê bi koçberên Efrînê re civiya
21 cotmeh, 2020   10:54
QAMIŞLO

Vê sibehê şandeya Swêdê bi hejmareke koçberên ji Efrînê ya dagirkirî re ku bi darê zorê ji malên xwe derketine, civiya û pêşketinên dawîn û rewşa bajarê Efrînê, nexasim piştî dagirkirina bajêr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ve, nîqaş kir. Piştre nûnerê Swêdê nameyek ji koçberan re şand.

Li gorî koçberên ku bi şandeyê re hevdîtin kirine, hevdîtin li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Swêdê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişloyê pêk hat.

Ji aliyê şandeyê ve nûnerê Wezareta Karên Derve ya Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn û ji aliyê koçberên Efrînê ve Arîfe Bekir, Şerîf Mihemed û Emîn Mihemed, di civînê de amade bûn.

Di civînê de koçberên Efrînê rewşa Efrînê ya piştî dagirkirina Tirkiyê, binpêkirinên çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê wekî destdanîna ser malên sivîlên Efrînê û dizîna milkên wan û firotina wan li sûkan, tecawizkirina jinan û kuştina sivîlan, nîqaş kirin.

Her wiha îşaret bi rewşa koçberên li kampên koçberiyê dimînin, guhertina demografîk a piştî dagirkeriyê, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyên ji Xûta û Cerablusê li şûna wan, hate kirin.

Koçberên Efrînê her wiha behsa bêdengiya hikumetên YE û NY`yê li hemberî sûcên dewleta Tirk li hemberî şêniyên Efrînê û nedestekdayîna koçberan, kir û xwest zext li dewleta Tirk bê kirin da ku çeteyên xwe vekişîne û şêniyên resen vegerîne bajarê wan.

Di dawiya hevdîtinê de, Bear Ornius bi civîneke çapemeniyê tekez kir ku dê hikumeta Swêdê balkişandina ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û eşkerekirina wan sûcan dewam bike, li ser mijara vegerandina koçberan kar bike, li rêbazên çareserkirina doza koçberan bi civaka navneteweyî re bigere û zextê li Tirkiyê bike da ku ji herêmê vekişe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sGAUWwDmf3o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>