HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Qamişlo, li ser banga KCK`ê ya bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye", li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.

HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
HPC`ê bi meşeke girseyî piştgirî da pêngava KCK`ê
20 cotmeh, 2020   13:34
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya pêngava KCK`ê ya bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em komploya navneteweyî ya 9`ê Cotmehê şermezar dikin", "Em ê 10`ê Cotmehê bikin roja azadiya Rêber Apo", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Azadî ji bo Rêber Apo"û  wêneyên rêber Ocalan jî rakiribûn.

Meş ji çerxerêya Şehîd Yasir Xanîka ya li bajarê Qamişlo dest pê kir û bi sloganên "Bi can bi xwîn em bi te re ne serok" û "bijî serok Apo" dewam kir.

Meşevanan tecrîda li ser li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku ew hetanî ku rêber Ocalan azad nebe dê li ser piyan bin û ew ê her û her li ser fikr û felsefeya rêbertî bimeşin.

Meşevan li ber Mala Gel a taxa Enteriyê rawestiyan û meş veguherandin mîtingê di mêtîngê de endamê meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan axivî.

Sarûxan diyar kir ku ev coşa pir mezin layîqî serdema ku ew tê de jiyan dikin û got: "Serdema ku biryara tinekirina me girtine û me jî biryara zindîkirina xwe girtiya û birayara berxwedaniyê me girtiye, bila her kes baş bizanibe ku em ê li ber xwe bidin".

Sarûxan da zanîn ku gefên dewleta Tirk a dagirker gefan li Bkaur û Rojhilatê Sûriyê ne ji xurtbûna wê yekê, lê ji ber lawazbûna hêza wê ye.

Mîtîng bi berzkirina sloganên "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

(sb)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-HZtTNNDkoQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>