Balafirên şer ên Rûsyayê li gundewarên Idlibê êriş pêk anîn

Îro balafirên Rûsyayê 2 êrişên asîmanî li derdorê gundê El-Mixare li çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê, pêk anîn. Hêzên hikumeta Şamê jî herêmên li Til Wasit û Ziyare yên Sehil El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê li gundewarên Idlibê êriş pêk anîn
20 cotmeh, 2020   12:57
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişî herêmên çiyayê Zawiye yê gundewarê Idlibê kir, di heman demê de hêzên hikumeta Şamê deverên li Til Wasit û Ziyaretê yên Sehil El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, bombebaran kirin.

Di 14`ê Cotmehê de SOHR`ê raihandibû ku balafirên şer li asîmanê gundewarên rojavayê Idlibê geriyan û li herêmê êriş pêk anîn.

Li gorî SOHR`ê, êriş li dijî baregehên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên çeteyan pêk hatine û di encamê de 4 çete hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn.

Duşemê, hêzên hikumetê ji nuqteyên xwe yên li Sehil El-Xab herêmên bajarokê Ziyare û gundên Til Wasit û derdora wê li gundewarênn bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin û balafirên keşfê li asîmanê herêma bêçek digeriyan.

(şx)