Li Xanesorê peymana Hewlêr û Bexdayê hate redkirin

​​​​​​​Xelkê Xanesorê bi meşeke  girseyî lihevkirina Hewlêr û Iraqê der barê Şengalê de şermezar kir.

Li Xanesorê peymana Hewlêr û Bexdayê hate redkirin
19 cotmeh, 2020   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li hemberî lihevkirina Hikumeta Iraq û Hewlêr ya li ser Şengalê di nava xelkê Êzidî û li tevahiya cîhanê de roj bi roj zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de, li bajarokê Xanesor ê Şengalê şênî daketin qadan û hevpeymana hikumeta Bexdayê û Hewlêrê şermezar kirin.

Meşa ku endamên saziyan jî tevlê bûbûn, ji ber avahiya Meclisa Gel destpê kir heta  Navenda Serdan û Pêşwazîkirina YBŞ’ê ya li Xanesorê meş dewam kir. Di meşê de bi berdewamî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana YBŞ’ê, bimre xiyanet hatin’ qêrin. Alên YBŞ û YJŞ’ê hatin bilindkirin.

Li ber navendê meş veguhirî mîtîngê. Piştre li ser navê gelê Xanrsorê  Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî  axivî û soza gel a bi şervanê parastina Êzidxanê YBŞ’ê û YJŞ’ê re dubare kir û wiha got: “Niha Şengal ewle ye, pêwîstiya gelê Şengalê bi tu kesî din nîne wan biparêze, di dema ku pêwîstiya me bi parastinê hebû û em di nava destê çeteyan de bûn. Pêşmerga me ne parastin, lewra piştî pêkanîna ewlekariyê  ji aliyê zarokên me ve pêwîstiya me bi tu kesî din nîne. Ger bê xwestin jin, zarok û kal wê her kes xwedî li axa Şengalê, YBŞ, û YJŞ’ê derkeve.”

Di dawiya mîtîngê de, li ser navê PADÊ’ jî Hemed Bişar axivî û bang li xelkê Êzidî her derê kir da ku li hemberî lihevkirina Bexda û Hewlêrê dakevin kolanan. Bişar di dewama axaftina xwe de got ku bazarek qirêj li ser civaka Êzidî û tevahî pêkhateyên Şengalê tê kirin, divê neyê qebûl kirin û bêdeng nemînin. Bişar dawiyê de da zanîn ku 6 sal e bi sedan jinên Êzidî di bazaran de tên firotin, çima ji bo rizgarkirina wan lihev nakin?.