Di mehekê de 133 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin

Ji destpêka vê Cotmehê de, herî kêm 133 endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê di operasyonên leşkerî yên li çolistana Sûriyê de, hatine kuştin.

Di mehekê de 133 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin
18 cotmeh, 2020   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çolistana Suxnê ya gundewarê rojhilatê Humisê nêzî Dêrazorê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê ku li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê bi cih bûne êrişî herêmê dikin. Balafirên şer ên Rûsyayî cihên çeteyan bombebaran dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka vê Cotmehê ve 70 çeteyên DAIŞ`ê di operasyonên leşkerî yên hêzên hikumetê de, hatine kuştin. Her wiha 63 endamên hêzên hikumetê hatine kuştin.

Bi vê yekê, ji 24`ê Adara 2019`an ve heta niha di êriş û teqînên çeteyên DAIŞ`ê yên li rojavayê Firatê û çolistana Dêrazor, Reqa, Humis û Siwêdayê de, 986 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wan ku di nav de 2 leşkerên Rûsya hene, hatine kuştin. Her wiha 460 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku 4 sivîl û 11 şivan li zeviyên gazê hatine kuştin û di heman demê de jinek di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatiye kuştin.

(cx)