​​​​​​​Li Baxozê mayîneke DAIŞ`ê teqiya: 2 zarok mirin û zarokek birîndar bû

Li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê teqiya. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û zarokek birîndar bû.

​​​​​​​Li Baxozê mayîneke DAIŞ`ê teqiya: 2 zarok mirin û zarokek birîndar bû
18 cotmeh, 2020   08:17
DÊRAZOR

Duh, mayînek ku çeteyên DAIŞ`ê berê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê çandibûn, teqiya. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û zarokek bi giranî birîndar bû.

Zarokên jiyana xwe ji dest dane ev in: Mihemed Mihsên El-Necim (11) û Îsa El-Bedran (16).  Her wiha zarokê bi navê Fehid El-Bedran (14) jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

ANHA