Akademîsyenekî Tirk: Bazirganiya Tirkiyê-Îsraîlê berdewam e

Akademîsyenekî Tirk piştrast kir ku Îsraîlê ji bo Tirkiyê bazareke baş e û di bazirganiya her du welatan de pere bi qasî 5 milyar dolar hene.

Akademîsyenekî Tirk: Bazirganiya Tirkiyê-Îsraîlê berdewam e
18 cotmeh, 2020   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademîsyenekî Tirk Mihemed Erkan got ku rewşa bazirganiya her du welatan baş û aktîf e, Îsraîl ji bo wan her tim bazareke baş bû, heta di pirsgirêkên siyasî de jî alîkar bû û xebata bazirganiyê berdewam e û bandor li kar nekiriye.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, di nava 9 mehên destpêka salê de kelûpelên ku ji Tirkiyê derbasî Îsraîlê bûye gihaştiye 3, 2 milyar dolarî.

Piştî ku li Tirkiye AKP`ê di sala 2002`an de bû desthildar, têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê pêş ketin.

Tevî ku rayedarên dewleta Tirk daxuyaniyan didin û qaşo êrişî Îsraîlê dikin, lê bazirganiya di navbera herdu dewletan de gihîşt rêjeyeke bilind.

(eh)