Şirket û saziyên Erebistana Siûdî tev li hemleya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn

Gelek sazî û şirketên Erebistana Siûdî tev li hemleya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn.

Şirket û saziyên Erebistana Siûdî tev li hemleya boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûn
18 cotmeh, 2020   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Sazî û şirektên Erebistana Siûdî yên ku di warên bazirganî û pîşeyî yên cuda de kar dikin, ragihandin ku ew tev li boykotkirina kelûpelên dewleta Tirk bûne.

Şirketên ku tev li hemleyê bûne, destnîşan kir ku li ser bingeha “Erka niştîmanî” tev li hemleyê bûne.

Li hemberî tevgerên dewleta Tirk li gelek dewletên ereban, hemleyên boykotkirina kelûpeên dewleta Tirk hatin destpêkirin.

(şx)