Piştî komkujiyê Kazimî gihîşt Selahedîn

Vê sibehê serokwezîrê Iraqê Mistefa kazimî tevî hejmareke fermandarên leşkerî û ewlehiyê gihîştin parêzgeha Selahedîn.

Piştî komkujiyê Kazimî gihîşt Selahedîn
18 cotmeh, 2020   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha serokwezîr Iraqê Mistefa Kazimî îro ragihand ku Kazimî gihîştiye Selahedîn.

Di daxuyaniya nivîsgehê de hate gotin ku Serokwezîrê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî tevî wezîrên parastinê û hundirîn, serokê Desteya Heşd Şebî û fermandarên ewlehiyê, gihîştin parêzgeha Selahedîn.

Duh li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê 12 sivîlên ku di nava wan de zarok jî hebûn, hatibûn revandin. Piştre cenazeyê 8 kesan ji wan hatibûn dîtin, çarenûsa yên din jî hîna ne diyar e.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hêzên ewlekariyê yên li herêma ku komkujî lê pêk hatiye, şandin lêpirsînê.

Her wiha Navenda Iraqê ya Belgekirina Sûcên Şer, çekdarên koma “Esaib Ehil El-Heq” ya girêdayî Heşd Şebî bi kuştina 12 sivîlên li qazaya Beled a parêzgeha Selahedînê, tewanbar kiribû.

(cx)