Hevserokê KNK`ê: Dixwazin civaka Êzidî ji Şengalê derxin

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus bal kişand ser armanca peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê û got: "Bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku êzidiyan bi xwe ragihandiye ji holê rabikin. A herî giring jî derxistina  civaka Êzidî ji Şengalê ye. Lewra amadekirina fermaneke nû dikin."

Hevserokê KNK`ê: Dixwazin civaka Êzidî ji Şengalê derxin
18 cotmeh, 2020   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 9'ê Cotmehê de navbera rêveberiya Hewlêrê û hikumeta Bexdayê de li ser Şengalê peymanek bê ku îradeya gelê Şengalê esas bigirin, hate îmzekirin. Tevahiya pêkhateyên Şengalê li dijî vê biryarê derketin û xwestin ku nêrîn û îradeya wan esas were girtin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus ji ajansa me (ANHA) re nirxand.

Ehmed Karamus anî ziman ku tu pêwendî, tevlêbûn an dan û standinek bi civata Êzidî an jî bi partî, rêxistin, saziyên civakî û olî re li ser peymana di navbera hikumeta Iraqê ya navendî û herêma Başûrê Kurdistanê de ku pêk hatiye, çênebûye.

Ehmed Karamus diyar kir ku di peymanê de daxwazên civaka Êzîdi û îradeya wan li ber çava nehatiye girtin û maf û îradeya wan hatiye binpêkirin û wiha domand: "Peyman bi vî rengî nayê qebûlkirin û tu qîmeta wê li gel me nîne. Her çiqas dibêjin ku ev peyman di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta herêma kurdistanê de pêk hatiye, lê em baş dizanin ku ev peyman bi tevlêbûna dewleta Tirk û hin aktorên navdewletî pêk hatiye."

LI DIJÎ ŞENGALÊ FERMANEKE NÛ

Karamus destnîşan kir ku bi vê peymanê dixwazin, Rêveberiya Xweser a ku êzidiyan bi xwe ragihandiye ji holê rabikin û wiha domand: "Di hema demê de, dixwazin peywendiya civaka Êzidî bi beşên din ên Kurdistanê, weke Rojavayê Kurdistanê qut bikin. Herêmê bi tevahî dixwazin bixin bin serweriya dewleta Tirk û PDK`ê.  A herî giring jî rakirina civaka Êzidî li ser axa wan a pîroz. Lewra amadekirina fermaneke nû dikin."

Hevserokê KNK`ê bal kişand ser hebûna destê dewleta Tirk di peymanê de û got: “Dewleta Tirk bi rêya PDK`ê dest avêtiye vê peymanê. Berjewendiyên PDK û dewleta Tirk li ser vê herêmê diyar û eşkere ne. Her kes dizane ku peymaneke stratejîk di navbera PDK û dewleta Tirk de heye."

'PEYMAN DI NAVBERA PDK, DEWLETA TIRK Û IRAQÊ DE HATIYE ÎMZEKIRIN'

Ehmed Karamus bal kişand ser piştberdeya peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê û ev nirxand kir: "Di serdana serokê herêma Kurdistanê li Tirkiyê de, rojeveke sereke Şengal bû. Pirsgirêka Şengalê û fermana 73`an ku bi serê civaka Êzidî de  hatiye, bûye pirsgirêka navnetewî û gelek dewletan xwest ku pirsgirêka Şengalê çareser bikin. Berî demekê Serokê Fransayê Emmanuel Macron seredana Iraqê kiribû, xwestibû pirsgirêka Şengalê û civaka Êzidî çareser bibe û bi raydarên Iraqê re ev mijar nîqaş kiribû. Ji bo çareserkirina pirsa Şengalê ne tenê Fransa, her wiha gelek welatên din jî daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê kiribûn. Hikumeta Iraq, PDK û Tirkiyê mijara Şengalê ku gelek dewlet dixwazin çareser bibe, ji bo xwe xeternek dibînin. Dizanin ku pirsgirêk ji dervî wan bê çareserkirin, wê statûya herêma Şengalê bê qebûlkirin. Lewra her sê aliyan ji bo ku pêşî li çareseriyê bigirin, bi lez peymaneke bi vî rengî di nav xwe de pêk anîn."

'XETERÎ LI SER ROJAVA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE'

Karamus diyar kir ku peymaneke bi vî rengî ku yek bendeke wê ji bo çareseriyê tê de tune ye, xeteriyek û metirsiyên gelek mezin dê bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “Ev ne peymaneke çareseriyê ye. Ev plan û komployeke ji bo têkbirina destkeftiyên li herêmê. Ev metirsî ne tenê li ser herêma Şengalê, lê belê metirsîli ser her destkeftî û berjewendiyên tevahiya Başûr û Rojavayê kurdistanê ye. Dewleta Tirk dixwaze gav bi gav xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û hedefên xwe yê pêkanîna xeyalên sînorên Misqa Millî ya ku plan dike heta sala 2023 de pêk bîne."

Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus bal kişand ser polîtîkayên PDK` li ser sînorên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê û zêdekirina avakirina baregehên leşkerî û got ku ev yek ne tesadufî ye û wiha domand: " PDK û desthilatdariya wê ne cara yekeme ku li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hewldanên bi vî rengî dikin. Dema Şengal ji aliyê şervanên azadiyê û YBŞ`ê ve hate rizgarkirin PDK’ê li hemberî wan xendeq li ser sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê kolan û hêzên pêsmgergê li wir bi cîh kir û rê li ber hêzên artêşa Tirk vekir û li Sinunê û Beşîqa bi cih kirin. Bê guman peywendiyeke xurt di navbera  planên li ser Şengalê û Rojava de heye. Metirsîya me ew e ku bi destê PDK û hin hevakarên wê dewleta Tirk êriş bên ser herêmê. Plan û konseptan wan li ser êrişkirinê ye.”

ANHA