Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist

Bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyê em ê teqez bi ser kevin", Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferasa xwe ya yekemîn li dar xist.

Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
17 cotmeh, 2020   16:14
REQA

Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferansa xwe ya yekemîn li Hola Tac a li dar xist. Di konferansê de bi dehan ciwanên ji Reqa, endamên ji Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Sekreterê Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên rêveber û endamên Mala Jinan a Reqayê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê amade bûn.

Hol bi wêneyên şehîdan, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û pankartên bi nivîsên "Pêşeroja welat bi ciwanan e û û pêşeroja ciwanan bi welat e", "Pêşeroja Sûriyê û fikra li dijî tevahî şêweyên înkar û fikrên dogmayê" û "Ciwanên me baweriya yên serketin û berdewama rêveçûnê ne" hat xemilandin.

Çalakiyên konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Fatme Xelîf lidarxistina konferansê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji ciwanan re xwest. Her wiha Fatme Xelîf got divê ciwanan berpirsiyar bin. Ji ber ew bingehên avakirina saziyan in.

Ji aliyekî din ve jî Sekertera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd wiha got: "Em damezrandina Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li ciwanên Reqayê pîroz dikin. Ji ber rola xwe di têkoşîna ji bo aştiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîst. Divê ciwan asta têkoşîna

Sîham Dawûd di axaftina xwe de şehîd Hevrîn bi bîr xist û wiha got: "Şehîd Hevrîn bû qurbanê terora komên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin. Bi wê re jî ew li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sembola aştiyê. Divê lêpirsîneke navneteweyî der barê doza şehîd Hevrîn de vebe û sûcdar ji Konseya Ewlekariya Navneteweyî ve bên rakirin."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan jî axaftin hatin kirin, tê de lidarxistina konferansê pîroz kir û spasiya rola pêşeng a çîna ciwanan di tevahî aliyên şoreşê de hat kirin.

Dûvre rapora salane ya xebatên Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya du salan hat xwendin. Rapor li ser destkeftiyên meclisê ji rêxistina dewreyên tenduristî, derçûnên ji dewreyên ragihandinê, hemleyên têgihiştinê, perwerdekirina hejmarek ji lîstokvanên Reqayê ji bo vejandin û aktîfkirina werzîşê û beşdariya li tevahî çalakiyên li Reqayê.

Piştre deriyê nîqaş, rapirsîn, pirs û pêşniyaran ji hêla beşdaran ve li endamên dîwanê hatin vekirin. Beşdaran li ser piştevaniya ciwanên gundan, pêşkêşkirina piştevaniya ji wan re, beşdariya li aliyê siyasî, zêdekirina hejmarên dewreyên perwerdeê ji bo pêşdeçûnên behreyên ciwanan nîqaş kirin.

Dûvre rêziknameya Meclisa Ciwana a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat xwendin û li ser hat erêkirin.

Li pey wê hilbijartin çêbûn, 19 endam ji Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re hatin hilbijartin. Ji wê zêdetir jî Muwefq Îbrahîm û Buşra Casim ji bo hevserokatiya Meclisê hatin hilbijartin.  Kesên hatine hilbijartin sond xwarin û soza berdewama rêça şehîdan da.

Konferans bi xwendina encamnameya konferansê ji hêla hevserokê hilbijêr Muwefeq Îbrahîm ve bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê têkoşîna siyasî, şopandina metoda şehîdan, parastina tevahî destkeftiyan, geşkirina rola ciwanan di parastin û xweparastina rewa de berdewam bikin.

(fr)

ANHA