Li Beyrûtê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket

Li Beyrûtê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de pevçûn derketin.

Li Beyrûtê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket
17 cotmeh, 2020   19:11
BEYRÛT

Ciwanên ku beşdarî bîranîna salvegera Şoreşa 17'ê Cotmehê bibûn, hêzên ewlekariyê yên li derdora Şaredariya Beyrûtê dan ber keviran.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bomeyên rûndikrêj avêtin xwepêşanderan, piştî pevçûnan hêzên ewlekariyê  kolana Şaredariyê ya naverasta Beyrûtê vala kirin.

Li Terablusê ya bakurê Lubnanê jî salvegera Şoreşa 17'ê Cotmehê ya 2019'an xwepêşandan li dar ketin. Xwepêşanderan qada Ebdulhemîd bi şewitandina dolaban girtin.

Îro li seranserî Lubnanê ji bo bîranîna şoreşa 17'ê Cotmehê xwepêşandan li dar ketin.