​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 96 kesên din bi koronayê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 96 kesên din bi koronayê ketine. Her wiha 2 kesên ku bi koronayê ketibûn, jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 96 kesên din bi koronayê ketin
18 cotmeh, 2020   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên pêketiyên koronayê îro eşkere kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane, mêr in yek ji Qamişlo û yek jî ji Kobanê ye.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 96 kesên bi koronayê  ketine, ji wan 46 mêr in û 50 jin in û li van herêmên in:

Li Hesekê: 18

Qamişlo: 29

Dêrikê: 20

Girkê Legê: 11

Dirbêsiyê: 6

Til Temirê: 5

Tirbespiyê:2

Amûdê: 2

Reqa: 2

Minbic: Yek

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 7 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta vê kêliyê 2 hezar û 948 kes bi koronayê ketine, ji wan 95 kesan jiyana xwe ji dest dane û 630 jî baş bûne.

(eh)

ANHA