Di roja duyemîn a Mîhrîcana Amarayê de çalakiyên werzîşê

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Amara ya HUNER, ÇAND, WÊJE û WERZÎŞ de çalakiyên werzîşî li yarîgeha gundê Babinisê hate lidarxistin.

17 cotmeh, 2020   14:59
ŞEHBA

Bi dirûşma "Mûzaîka çandî dewlemend, guhartin û xweşikbûn e" duh Mîhrîcana Amara ya huner, çand, wêjeû werzîş li dikeya Çiyayê Kurmênc li Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir. Piştre bez 100 metreyî ya jinan li dar ket. Tê de lîstokvan Gardînya Henan bi ser ket. Di pêşbirka bezê ya 100 metreyî ya mêran de Mihemed Xelo bi ser ket.

Dûvre şamonyaya Ping pong a mêran li dar ket, tê de lîstokvan Mihemed Hisên bi ser ket. Her wiha şamponyaya Şetrencê(Şah) a jinan li dar ket û lîstokvan Qemer Haşim bi ser ket.

Her wiha maça voleybol di navbera tîmên Desteya Perwerde û Ciwanên Şehbayê de li dar ket. Tê de jî tîma Desteya Perwerdê bi ser ket.

Di maça futbolê ya di navbera tîma Berxwedan û tîma Zenobiya de li dar ketiye, tîma Berxwedan bi golek beramberî sifirê bi ser ket.

Her wiha pêşbirka kaşkirina werîskê ya jin û mêran çêbû, tê de girseya gel ku ji şêniyên kantona Şehbayê ne beşdar bûn.

Di dawiyê de tîma serketî bi xelatên sembolîk ku nivîsên dirûşma mîhrîcanê li ser in, hatin xelatkirin.

Girêdayî mijarê, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Gulê Cimo got, armanca mîhrîcanê parastina nirxên madî û manewî yên çanda Şehbayê, vejandina mîras û çandê ye, her wiha vedîtina behreyên ferdî, komî û geşkirina wê ye.

(fr)

ANHA