Jinên ciwan ên Qamişlo tev li pêngava Kongreya Star bûn

Di çarçoveya pêngava "Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzên", Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya pêngava ku Kongreya Star ragihandiyê, meşekê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Jinên ciwan ên Qamişlo tev li pêngava Kongreya Star bûn
17 cotmeh, 2020   14:40
QAMIŞLO

Bi dehan jinên ciwan ên herêma Cizîrê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Pêşerojê ya Sûriya, Encûmena Ciwanên Kurd (ECK) û Tevgera Xwedndekarên Demokratîk tev li meşê bûn.

Jinên ciwan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên partî û saziyên ku tev lî meş bûn û pankartên "Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzên" rakirin.

Meş ji çerxerêya Şehîdên Suryan ên Asûr hetanî çerxerêya Şehîd Rûbar bi sloganên "jin jiyana azadî", "Bijî serok Apo"dewam kir.

Meşevan li ber çerxerêya Şehîd Rûbar mêtîngek li dar xist. Endama Yekitiya Jinên Ciwan  Selwa Hesen daxuyanî xwend û got:

"Ev 9 sal e li rojavayê welat şoreş pêk hatiye, ev 9 sale ji hemû netewan bê ferq û cûdahî li Rojava rûmeta mirovahiyê tê parastin. Ji bo vê bi hezaran qehremanên hêja û delal canê xwe feda kir, da ku netewa demokratîk pêk bînin û mirovahiyê biparêzin.

Ji bo vê tu car êriş û hovîtiya dewleta Tirk nesekinî dewleta Tirk a faşîst li beramber nirx û destkeftiyên kurdan bê tehemûle dixwaza tine bike û ev yek jî li pêş çavên hemû dunyayê saziyên mafê mirovan (UN) pêk tê û hemû dunya bê denge.

Divê hemû gelê herêmê baş bizanibe ku ev êriş, êrîşek li ser herêmê ye. Dewleta Tirk a terorîst dixwaze xwe li hemû herêmê serwer bike. Divê em li dijî wî rabin, çawa ku bi yek cebheyî di şerê li dijî DAIŞ`ê de gel bi serket, îro jî bi dirûşma 'Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin" di cebheyekî de bibin yek û bila jin û gel biserbikevin.

Ev êriş bi taybet jinê hedefdigire, dixwazin di kesayeta jinê de vê şoreşê têk bibin, em jî dibêjin em bibin yek dagirkerî û qirkirinê têk bibin".

Mîtîng bi sloganên "Bijî Rêber Ocalan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

(sb)

ANHA

  <iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jTD6THMu51I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>