Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê ya Helebê bi armanca danasîna rêvebirina rast û rêbazên pêkanîna wê li saziyên Rêveberiya Xweser, panelek bi sernavê "Rêvebirin û rêgezên rêvebirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li dar xist.

Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
Li Helebê panelek li ser rêvebirinê hat lidarxistin
17 cotmeh, 2020   15:12
HELEB

Ji bo danasîna proje û pêşniyarkirina wê weke projeya çareseriya aloziya Sûriyê, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Helebê, panelek bi beşdarbûna jinên ji rêxistinên jinan û parastiyên serbixwe li dar xist. Panel bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Neclaa Hemze axivî.

BINGEHÊN MIJARÊ

Di panelê de, mijarên wekî avakirina sîstema rêvebirinê, girîngiya wê, rêbazên rêvebirinê li sazî, rêxistinên navnetewî û herêmê hatin nîqaşkirin.

Di panelê de hat diyarkirin ku kêmasiya rêveberiyê di pêkanîna rast, çavdêrî, kêmbûna pisporî û pîşeyî de heye. Vê yekê jî têgeha rêvebirinê zêde kir û bû stûnên bingehîn ên serkeftinê.

Mijar li ser pêkanîna rêvebirina rast û danasîna wê ku mîna hîmên daxwaz ji bo alîkarî û piştevaniya rêveçûnan bi awayekî zelal e. Her wiha mijar di çarçoveya lêpirsîna li ser hîma zelal, nedudilî hat nîqaşkirin.

Hêmanên pîvana rêvebirinê ji bo 4 nîşaneyan hatin danîn:

1-Asta vekirina saziyên siyasî li welat.

2-Asta beşdariya siyasî û cureyên wê.

3-Asta zelalbûn û qebûlkirina wê ji aliyê hikumetê ve li cem gel.

4-Asta lêpirsîna siyasî.

Mijar bibîrxistina tecrûbeya Rêveberiya Xweser di rêvebirina gel bi xwe de li ser esasê demokratiya zelal bi dawî bû ku rêzê li hember mafên çarenûsê digire.

NAVEROKA NÎQAŞAN

Piştî bidawîbûna xwendina mijara panelê, deriyê nîqaşê hat vekirin. Da ku projeyên heyî bi pêş bixin û geş bikin û gelek pirsgirêkên li hember civaka Sûriyê çareser bikin.

Di nîqaşan de pirsên der bare "Gelo mekanîzmaya pêşdeçûna Rêveberiya Xweser û aktîfbûna beşdariya wê çi ye? Gelo nepeniya serkeftina xwebirêvebirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye? Gelo dê qanûnên rêvebirinê di gel hebûna jinan de bê guhartin?

Tevahî nîqaş der barê bersivdana li ser pirsên hatine kirin de bûn. Di nîqaşan de îşaret bi serkeftina xebata saziyan hat kirin ku ne pêkan e nasnameyên heyî bên cemidandin, lê belê divê binghea xebatê biryarên nerm û li gorî rewşan bên guhartin bin.

Di nîqaşan de behsa pêkanîna jinan a guhartina qanûnên rêveberinê hatin kirin. Ji ber van qanûnan girîngiyeke mezin a parastina maf, nûnertiya wê di aliyên siyasî û rêvebirina tevahî civakî de ber bi pêşketin û pêşdeçûnê ve bir.

(fr)

ANHA