Şandeya Siwêdê bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya

Di çarçoveya rêzehevdîtinên şandeya Siwêdê li herêmê de, di van kêliyan de şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive.

Şandeya Siwêdê bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya
17 cotmeh, 2020   12:35
QAMIŞLO

îro, şandeyeke payebilind a Wezarteta Derve ya Siwêdê di dergeha Sêmalka re gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dê şande bi rayedar û fermandarên leşkerî yên herêmê re bicive. Di vê çarçoveyê de şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer re, dicive.

Şandeya Siwêdê ji nûnerê taybet bi doza Sûriyê yê Wezareta Derve ya Siwêdê Bîr Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan a Wezareta Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, pêk tê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebeya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiyê Ebîr Êliya û Fener El-Kiêt, her du endamên Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Sena Deham û Ebdulrehman Silêman û nûnerê Rêveberiya Xweser li dewletên Skandînavya  Şiyar Elî, şande pêşwazî kir.

Her du aliyan civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist û dê piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş bidin û bernameya şandeyê eşkere bikin.

Di 2019`an de şandeyeke Siwêdê serdana herêmê kiribû. Ev cara duyemîn e ku şandeyeke payebilind a Siwêdê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vPogbbAHUUM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>