NATO`yê dewleta Tirk der barê  bikaranîna S-400 hişyar kir

NATO`yê dewleta Tirk der barê bikaranîna sîstema moşekan a Rûsyayê S-400 hişyar kir û da zanîn ku ew moşek ji bo balafirên NATO`yê xeter e.

NATO`yê dewleta Tirk der barê  bikaranîna S-400 hişyar kir
17 cotmeh, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka NATO`yê ji ajansa Deutsche Presse Agentur (DPA) îro diyar kir ku muhtemel e ku ev sîstem ji bo balafirên NATO`yê xetere be û bandorê li têkiliyên di navbera endamên NATO`yê bike.

Her wiha berdevka NATO`yê nerehetiya NATO`yê ji van raporên re anî ziman û bang li Enqerayê kir ku bi endamên din re li çareseriyên altirnatîf bigere.

(eh)