Tevgera Azadî di 6’emîn salvegera xwe de banga pêkanîna eniyeke muxalefetê kir

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah di 6’emîn salvegera damezrandina partiya xwe de diyar kir ku wan di 6 salan de ji bo çareserkirina rewşa Başûrê Kurdistanê gelek proje pêşkêş kirine. Her wiha da zanîn ku niha desthilat di dema hilweşînê de ye û ji bo mayîndekirina hebûna xwe destkeftiyan dike qurbanî.

Tevgera Azadî di 6’emîn salvegera xwe de banga pêkanîna eniyeke muxalefetê kir
17 cotmeh, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 6’emîn salvegera damezrandina Partiya Tevgera Azadî ye. Bi vê boneyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da.

Abdullah got; “Tevî hemû astengiyan, em têkoşîna xwe dewam dikin. Her tim helwesta me a li hemberî tundûtujiya dijî jinan û xirabiya rewşa welatiyan hebû û wê dewam bike. Me di nava 6 salan de çend caran ji bo çareserkirina rewşa welatiyan û herêmên dikevin madeya 140’an de, proje pêşkêş kirin. Desthilat bi awayek xirab danûstandinê dike. Niha jî heman desthilat di dema hilweşînê de ye. Ji bo ku hebûna xwe mayînde bike, her roj beşekî destkeftiyên Kurdan dike qurbanî.”

Abdullah di dawiya axaftina xwe de bang li rewşenbîr, hunermend û hemû welatiyan kir û got; “Em hemû bi hev re sîstema xwe bi rêxistin bikin. Em eniyeke muxalefetê di nava xwe de pêk bînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan zextê li desthilatdariyê bikin.”