Li Efrînê ciwanên ku tevlî hêzên dagirker nebin, çarenûsa wan revandin e

Çeteyên koma El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 16 ciwanên ji Efrînê ku tevlîbûna nav refên çeteyan û çûna Azrebêcanê red kirin, revandin.

Li Efrînê ciwanên ku tevlî hêzên dagirker nebin, çarenûsa wan revandin e
17 cotmeh, 2020   10:44
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku gihîştin ajansa me, çeteyên koma El-Hemzat ciwanên Efrînê neçar dikin ku tevlî wan bibin û beşdarî şer bibin.

Çavkanî diyar kir ku 16 ciwan ji ber ku tevlî wan nebûne revandin û telefon û pereyên wan standin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çavkanî destnîşan kir ku zêdetirî 400 ciwan çûyîna Azrebêcanê û tevlîbûna refên çeteyan red kirin. Ciwanên ku red dikin tevlî hêzên dagirker bibin, ji aliyê çeteyan ve rastî gefxwarinên kuştin û revandin.

ANHA