Hêzên hikumeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan herêmên gundewarên başûrê Idlibê topbarana kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir
17 cotmeh, 2020   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê Bilyon, El-Bara û Kensefra yên çiyayê El-Zawiyê bi moşekan topbaran kir.

Li gorî SOHR'ê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Laziqiyê nuqteyên hêzên hikumetê li derdora Kebanê û Girê El-Burken ê çiyayê El-Ekrad topbaran kir.