'Me El-Nusra û DAIŞ têk bir em ê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin'

Endamên şaredariyên gel li kantona Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya sîxûrên hewl dide ku tevlheviyê belav bike û ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û gotin: " Gelê herêmê çawa ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra têk birin, dê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin."

'Me El-Nusra û DAIŞ têk bir em ê dewleta Tirk a dagirker jî têk bibin'
17 cotmeh, 2020   11:26
QAMIŞLO

Di bin dirûşmeya " Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin" bi sedan ji endamên Şaredariya Gel ên navçeya Girkê Legê, Cilaxa, Til Koçer û bajarê Dêrik beşdarî meşa ku li navçeya Girkê legê ji bo şermezarkirin sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilata Sûriyê hat organîzekirin, bûn.

Meş ji pêşiya Mala Gel a navçeya Girkê Legê dest pê kir û ber bi kolana sereke ya navçeyê ve dewam kir. Beşdaran pankartên bi nivîska"Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin" hildan û bê navber dirûşmeyên sûcên dewleta Tirk şermezar kirin, berz kirin.

Meş li qada şehîd Xebat Dêrik veguhirî mîtîngê. Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Girkê Legê Fermez Hemo axivî û diyar kir ku îro ew daketine qadan da ku ji her kesî re îsbat bikin ku ew nirxên şoreşa xwe û serfiraziyên şehîdan diparêzin.

Hemo diyar kir ku wek çawa wan DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji destpêka şoreşê de ji Til Koçer heya Reqa û Dêrazorê têk birin, ew ê bi vîn û riha berxwedanê êrişên dewleta Tirk li dijî herêman wan jî têk bibin.

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bidawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Op_LcAQ7sm4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>