631 girtiyên din ku ketin ber efûya giştî hatin berdan-HATE NÛKIRIN

Komîteya Girtiyan ragihand ku 631 girtiyên ku ketine ber efûya giştî, wê îro werin berdan.

631 girtiyên din ku ketin ber efûya giştî hatin berdan-HATE NÛKIRIN
15 cotmeh, 2020   11:55
QAMIŞLO

Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) bi amadebûna Komîteya Girtiyan, Meclisa Edaleta Civakî û Deseeya Rûsipiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî biryara efûya giştî û girtiyê ku ketine ber efûyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hate lidarxisitn.

Hevseroka MSD`ê Emîne Umer û Hevserokê Meclisa Rêveber ê Herêma Cizîrê Telet Yûnis beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de, hate ragihandi ku beşê yekemîn ê girtiyan ku ketine ber efûya giştî wê werin berdan.

 Di civîna çapemeniyê de, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Emîne Omer ve hate xwendin.

Emîne Omer da zanîn ku ji bo pêkanîna xwestekên gel, MSD`ê bi baldarî dosya giriyan şopand û ev mijar bi Rêveberiya Xweser re nîqaş kir û wiha domand: "Di encama nîqaş de, pêwîstî bi derxistineke efûyeke giştî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de kesên ku bi tewana terorê hatine darizandin û destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune bû û yên ku sûc pêk neanîne, hate dîtin."

Emîne Omer destnîşan kir ku li gorî vê biryarê, wê îro 631 girtiyên ketine ber efûya giştî werin berdan û wiha domand: "Îro wê 631 girtiyên bi tewana terorê hatine darizandin û nîvê dema darizandina wan hatiye derbaskirin, wê werin berdan."

Emîne bibîrxist ku di çarçoveya efûya giştî de, 253 girtiyên din jî wê ji efûyê sûd werbigirin û tenê nîvê cezayê wê di girtîgehê de bimînin.

Emîne anî ziman ku kesên nehatine darizandin piştî li pêşiya dadgehê werin darizandin, dikarin sûdê ji efûyê werbigirin.

Endamê Komîteya Girtiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Egîd Ibrahîm jî axivî û bal kişand ser kesên windayî û got: "Dosya kesên windayî, dosyeke mirovahî ye ne dosyeke siyasî ye. Lewra divê li ser axa Sûriyê çareserî ji bo vê dosyê were peydakirin. Mijara berdana girtiyan jî hewldaneke ji bo çêkirina baweriyê di navbera aliyên şer ên Sûriyê û teşwîqkirina çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê."

Îbrahîm da zanîn ku kordîne di navbera Rêveberiya Xweser û MSD`ê de têkildarî mijara girityan heye û ew amade ne dosya girtiyan bi aliyên din re çareser bikin.

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Hesen Silêman jî axivî û diyar kir ku piştî nîqaşeke dirêj bi aliyên peywendîdar re yên girêdayî karûbarê zindan û girityên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryarnameyek têkildarî efûya giştî hate derxisitn û wiha domand: "Piştî lêkolînê, 848 kes ketine ber efûya giştî. Îro wê 631 kes werin berdan. Girtiyên din yên mayî jî wê li gorî bendên biryarnameyê werin berdan."

ANHA