Dewleta Tirk a dagirker baregeheke nû li Idlibê çêkir

Dewleta Tirk a dagirker îro baregeheke leşkerî ya nû li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ava kir.

Dewleta Tirk a dagirker baregeheke nû li Idlibê çêkir
15 cotmeh, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro karwanekî leşkerî yê girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker gihaşt gundê Qewqefînê yê aliyê rojavayê çiyayê Zawiyê. Dewleta Tirk a dagirker li wê derê baregeheke leşkerî ava kir û ev baregeh a yekemîn e li vê herêmê.

SOHR`ê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê gelek caran hewl da bi pêş ve biçin û gundê Qewqefînê kontrol bikin.

Tevî baregeha çiyayê Zawiyê hejmara baregehên dewleta Tirk a dagirker li “herêma bêçek" gihaşt 69`an.